Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimamnî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon, beşdarî di xelatkirina xwendekarên derçûyî ji Zanîngeha Navdewletî ya Zanist û Geşepêdanê li deverên rizgarkirî duh çarşemê kir, yaku têde 182 xwendekarên keç û law ji curbecur pisporiyên zanîngehê hebûn vehewand.
Û di xelatkirinê de şandeke Hevbendiya Niştimanî û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û akademîsyenên deverên rizgarkirî amade bûn.
Û Rehmon li ser navê Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotarek pêşkêş kir, têde pîrozbahiya xwendekarên derçûyî kir, û hêviya serkeftinê ji wan re bo xizmeta welatê xwe û doza wan xwest, û tekez kir ku bidawîkirina xwendina li deverên rizgarkirî tevî hemû dijwarî û zehmetiyan cihê şanaziyê ye, û ji bona ciwanên Sûriyeyê yên azad cihê şahnazî û rûmetdariyê ye.
Û tekez kir ku jinûveavakirina rasteqîn ji saziyên me yên perwerdehiyê yên azad dest pê dike, û veberhênana rasteqîn di avakirina nifşê paşerojê de ye, û wan bi nirxên azadî û rûmet û dadperweriyê bi çek bikin, û zanist û pisporiyên pêwîst bidin wan, ji bo Sûriya paşerojê ava bikin, û piştgiriya zanyar û rêvebir û rayedarên wê bikin.
Û berdewamkir û got ku Ciwanên şareza û xwende ew in yên ku em xwe dispêrin wan di avakirina Sûriya ku em tev dixwazin de, Sûriya azadî û rûmet û dadmendiyê dûrî rijîma Esed û çete û dagîrkerên ku wê anîne ser gelê Sûriyê bo kuştin û rijandina xwîna wî.
Û bal kişand li ser ku karê Hevbendiya Niştimanî li gor karê şoreşgeran e li tevaya Sûriyê, û got ku em lawên yek şoreşê ne, û her yek ji me valahiya pêwîst tijî dike, û kiryarên me hevdu temam dikin, û cextî li ser pêwîstiya beşdarbûna rewşenbîrên Sûriyê di biryardanê de kir, û bal kişand ser ku ev tiştê ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze di çarçoveya pilana çaksaziyê de tê, ji bo misogerkirina hebûna her kesî di nav de, bi awayekî ku nûneratiya Hevbendiyê bo gelê Sûriyê xurt bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî