Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi armanca sizakirina rijêma Esed li ser tawanên ku dermafê sivîlên Sûriyê pêk anîne, bi boneya salvegera nehemîn ya komkujiya ku rijêmê li Gota Şamê pêk aniye û nêzî 1500 sivîlî têde bûn qurnanî û bi sedan jin û zarok di nav wan de hebûn, dest bi helmetekê bi navê”Neh Salên Bê Sizadan”kir,.
Û ev helmeta di bin navê #9Sal Bê Sizedan de hat, û armanca helmetê ew e ku komelkujiyê û qurbaniyan û tawanên rijêma Esed yên kirêt dermafê sivîlan li Sûriyê bibîr bîne, û daxwaza sizakirina berpirsên di ber pêkanîna vê tawanê de dike, nemaze ku encamên Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe derbarê Sûriyê di rapora xwe ya ku di sibata 2021an de derketiye û tekez dike ku rijêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de 32 caran li deverên curbecur berpisyar e.
Û helmet tekez dike ku Hevbendiya Niştimanî bi awayekî berdewam daxwazê ji civaka navdewletî dike ku rijêma Esed ji dewletên cîhnaê dûr bike, û nehêle ku têklî pêre normal bibin, an jinûde rijêmê biser bixin, û daxwaza pêkanîna veguhastina siyasî ya tam li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên navdewletî 2118 û 2254 dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî