Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, tekez kir ku rijêma Esed bi armanca piştgiriya gencîneya xwe bi pereyên biyanî yên nirxdar, xwe dispêre hemû şêweyên nerewa wek bikaranîna milîsên taybet bi çêkirina keresteyên hişbir û derbaskirina wan bo dewletên derdora Sûriyê.
Û Elasimî bal kişand ser ku rijêma Esed di riya milîsên xwe re li başûrê Sûriyê, bûye berhemdar û belavkerê keresteyên hişbir, û ev yek dibe cihê tirseke din ji dewletên derdora Sûriyê re, piştî ku rijêm bûye belavkarê sereke yê wan keresteyên qedexe, ev yek tekez dike ku ew bûye metirsiyeke nû ji deverê re li kêlek çêkirina terorê û belavkirina wê.
Û berî bi demekê di 24ê heyva bûrî de, Qiralê Urdunê Ebdellah Elsanî derbaskirina keresteyên hişbir ji Sûriyê berve Urdunê xist hustê milîsên Îranê de, û diyar kir ku Urdun tûşî êrîşên rêkûpêk li ser sînorê xwe dibe, û ew milîs bi ser Îranê ve ne.
Û jêderên xwecihî balê dikşînin ser ku ji dema ku hêzên rijêma Esed herdû parêzgehên Deraa û Qinêtirê di sala 2018an de kontirol kirine, milîsên Îranê hewli didin ku herdû parêzgehan bikin cihê operasyonên qaçaxiya hebên hişbir ji Sûriyê ber bi Urdunê ve, û di pey re derbasî dewletên Kendava Erebî bikin, her weha herdû parêzgehan bikin navenda çêkirin û taqîkirina cureyên hebên hişbir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî