Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit di du rojên çarşem û pênşebê de li dar xist, û pêşhatên dawîn yên rewşa meydanî û siyasî gotûbêj kirin, û li raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgirê Serok Ebdulehed Istêfo kurteşiroveyek li ser encam û naveroka hevdîtina li gel tîma nû ya Wezareta Derve ya Almaniya, ya wek berpirsa dosyeya Sûriyê ye, pêşkêş kirin.
Û Elmislit behsa derdeseriyên nişteciyên kampa Elrukban kir, û handan li ser kar û bizavên dîtina çareseriyên bilez kir, ji bo sivikirina derdeseriyên xelkê kampê yên ji ber dorpêçkirina rijîmê û piştgirên wê, û şiroveyek li ser naveroka peyamên ku ji Netewên Yekbûyî û Wezareta Derve ya Amerîka û Wezareta Derve ya Urdunê re derbarê rewşa kampê şandibûn pêşkêş kir.
Û amadebûyan li pilan û raporên Ofîs û Sendîka û Yekîtiyên Werzişê û Rêvebiriya Karûbarên Penaberan û Komîteya Têkiliyên Olî û Komîteya Saziyên Civaka Sivîl û Rêvebiriya Piştgiriya Danûstandinê guhdarî kirin.
Û Hevrêzkarê Rêvebiriya Şêwirdariyên Stratejîk Ehmed Tuhmê kaxezeke vekolîna siyasî li ser pêşketinên rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî û encamên wê li ser dosya Sûriyê pêşkêş kir.
û amadebûyan raporteke meydanî ya ku ji aliyê Ofîsa Girêdan û Lêkolînên Leşkerî ve hatiye pêşkêşkirin ya li ser pêşhatên dawîn yên rewşa meydanî û binpêkirin ku rêjîma Esed û piştgirên wê pê rabûne di rêya berdewamiya operasyonên bombebarankirina deverên sivîlan re li bakurê Sûriyê guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî