Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî balê dikşîne ser ku komelkujiya ku îro ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst û hêzên Esed ve li bajarê Babê li rojhilatê Helebê pêk hatiye, di asta tawanên cengê de ye, ji ber ku topan bazareke gelêrî ya tijî sivîl armanc kiriye, û di encamê de 15 kes şehîd ketine, 5 zarok di nav wan de hene, û 30 kes birîndar bûne ku herî kêm 11 ji wan zarok bûn.
Derdeseriya sûriyan bi hebûna rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên ku pê re kar dikin, ne bidawî dibe û nejî kêm dibe, ji ber ku ev sîstemên tawankar li ser bingeha terorîzm, kuştin, serkutkirin û qirkirinê ava bûne, û em rojane vî tiştî dermafê gelê me li deverên rizgarkirî dibînin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza tevgereke navdewletî ya bilez û şermezarkirina vê tawana ku bazareke gelêrî li bajarê Babê armanc kiriye dike, li gel sizakirina tawankarên wê yên ku doseyeke wan a mişt tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê heye, her wiha daxwaza dabînkirina parastina navdewletî ji deverên rizgarkirî yên Sûriyê re dike, daku nehêlin tirajediya mirovî ya ku tê serê gelê Sûriyê kûr bibe, û giyanê bi melyonan derbider biparêzin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ev tawan dê armancên gelê Sûriyê neguherînin, gelê ku ev yanzdeh sal in qurbaniyan ji bo rizgarbûna ji rêjîma Esed û dagîrkeriyên ku wê anîne welêt dide, ji bo ku azadî, rûmet û jiyaneke ewle pêk bîne, û ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî daxwaza rûbirûbûna van hêzên terorîst û bersivdana wan bike, ji ber ku ev yek ji wan re dibe rêgir daku hîn bêhtir sivîlan armanc nekin.
Hiştina gelê Sûriyê ku her roj li deverên cuerbecur yên rizgarkirî bimre, sedema yekemîn jê re tawankariya rêjîma Esed û milîsên wê ye, û ya duyem kêmxemiya civaka navdewletî ye, û ev yek ji ber piştguhkirina navdewletî di pêşdebirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar e, bi taybetî biryara 2254, ji bo veguhestineke siyasî ya ku hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 tebax 2022