Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku malbata çalakvanê medyayî Ehmed Teysîr Elîsa Elxetîb beriya du rojan agahdar bûn ku kurê wan di zindana Sêdnaya ya Leşkerî li gundewarê Şamê de miriye.
Û Tora Mafên Mirovan anî ziman ku Ehmed Teysîr Elîsa Elxetîb yê ji xelkê parêzgeha Deraayê, xwendekarê kolîjeya ragihandinê li zanîngeha Şamê bû, di dawiya sala 2018an de ji aliyê hêzên rejîmê ve, di dema ku ji Şamê ber bi bajarê Derayê de diçû, li ser xaleke pişkinînê ya bi ser rijêmê ve hat girtin û binçavkirin.
Û Tora Mafên Mirovan got ku nêzîkî 132 hezar û 667 welatiyên Sûriyê hîn di girtîgehên hêzên rijîmê de ne, an jî bêserûşûn in, û bal kişand ser ku nêzîkî 14 hezar û 464 welatiyên Sûrî bi sedema îşkencekirinê di girtîgehên rijîmê de canê xwe ji dest dan.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku dê dezgehên ewlehiyê yên rijêmê di kuştina girtiyan di zindanên xwe de berdewam bin, eger civaka navdewletî bi awayekî cidî tevnegere û ji bo misiogerkirina serbestberdana girtiyên di girtîgehên rijêma Esed de û eşkerekirina çarenivîsa wan kar neke,.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku berdewamiya rijêma Esed di pêkanîna tawanên cengê dermafê gelê Sûriyê de, namaze dermafê girtiyên di zîndanan de, tekez dike ku ev rijêm dê rêbaza xwe ya tawankarî di danûstandina bi girtiyan re neguhêre, bêyî ku fişarên navdewletî yên rasteqîn li ser wê û alîgirên wê bêne kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî