Bi serpereştiya Encumena Xwecihî ya bajarê Babê li gundewarê Helebê û amedebûna Serokê Encumena Bajêr D. Mustefa Osman û endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Elşihabî, xwendekarên ku di bawernameya navencî de li ser asta bajêr yekemîn in duh pêncşemê xelat kirin.
Û di ahenga xelatkirinê de endamin ji komîteya hînkirinê û xwediyên xwendekaran amade bûn, û Serokê Encumena Xwecihî pîrozbahiya xwendekaran kir, û hêviya serkeftina herdemî ji wan re xwest.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Heysem Elşihabî, tekezî li ser giringiya pêgirtina bi hînkirinê û redkirina hewldanên rijêma Esed yên berdewam ji bo nezankirina nifşê Sûrî yê nû kir, û cext kir ku ew take-rêya berdewamiya kar li ser avakirina pêşeroja Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî