Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir komelkujiya ku îro ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst û hêzên Esed ve li bajarê Babê li rojhilatê Helebê pêk hatiye, di asta tawanên cengê de ye, ji ber ku topan bazareke gelêrî ya tijî sivîl armanc kiriye, û di encamê de 15 kes şehîd ketine, 5 zarok di nav wan de hene, û 30 kes birîndar bûne ku herî kêm 11 ji wan zarok in.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku Derdeseriya sûriyan bi hebûna rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên ku pê re kar dikin, ne bidawî dibe û nejî kêm dibe, ji ber ku ev sîstemên tawankar li ser bingeha terorîzm, kuştin, serkutkirin û qirkirinê ava bûne, û em rojane vî tiştî dermafê gelê me li deverên rizgarkirî dibînin.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza tevgereke navdewletî ya bilez û şermezarkirina vê tawana ku bazareke gelêrî li bajarê Babê armanc kiriye kir, û tawankarên wê yên ku doseyeke wan a mişt tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê heye sizayê bibînin.
Û daxwaza dabînkirina parastina navdewletî ji deverên rizgarkirî yên Sûriyê re kir, daku nehêlin tirajediya mirovî ya ku tê serê gelê Sûriyê kûr bibe û giyanê bi melyonan derbider biparêzin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev tawan dê armancên gelê Sûriyê neguherînin, gelê ku ev yanzdeh sal in qurbaniyan ji bo rizgarbûna ji rêjîma Esed û dagîrkeriyên ku wê anîne welêt dide, ji bo ku azadî, rûmet û jiyaneke ewle pêk bîne, û ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî daxwaza rûbirûbûna van hêzên terorîst û bersivdana wan bike, ji ber ku ev yek ji wan re dibe rêgir daku hîn bêhtir sivîlan armanc nekin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Hiştina gelê Sûriyê ku her roj li deverên cuerbecur yên rizgarkirî bimre, sedema yekemîn jê re tawankariya rêjîma Esed û milîsên wê ye, û ya duyem kêmxemiya civaka navdewletî ye, û ev yek ji ber piştguhkirina navdewletî di pêşdebirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar e, bi taybetî biryara 2254, ji bo bicîkirina veguhestineke siyasî ya ku hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî