Xelkê bajarê Babê li gundewarê rojhilatê Helebê, îro Şemiyê, ji bo şîna qurbaniyên topbarana bi mûşekan yaku duh li bajêr pêk hatiye û têde nêzî 45 kesan hatine kuştin û birîndar bûne, mangirtinek tekûz ragihandin.
Tê zanîn ku hêzên rijêma Esed û milîsên PYDe yên terorîst bazarek tijî xelkên sivîl li bajarê Babê li rojhilatê Helebê bi mûşekan armanc kirin, û di encamê de 15 kes şehîd ketine, 5 zarok di nav wan de hene, û 30 kes birîndar bûne ku herî kêm 11 ji wan zarok in.
ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de duh tekez kir ku komelkujiya ku duh ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst û hêzên Esed ve li bajarê Babê li rojhilatê Helebê pêk hatiye, di asta tawanên cengê de ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku Derdeseriya sûriyan bi hebûna rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên ku pê re kar dikin, ne bidawî dibe û nejî kêm dibe, ji ber ku ev sîstemên tawankar li ser bingeha terorîzm, kuştin, serkutkirin û qirkirinê ava bûne, û em rojane vî tiştî dermafê gelê me li deverên rizgarkirî dibînin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Hiştina gelê Sûriyê ku her roj li deverên cuerbecur ên rizgarkirî bimire, sedema yekemîn jê re tawankariya rêjîma Esed û milîsên wê ye, û ya duyem kêmxemiya civaka navdewletî ye, û ev yek ji ber piştguhkirina navdewletî ji pêşdebirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar re ye, bi taybetî biryara 2254, ji bo bicîkirina veguhestineke siyasî ya ku hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku ev tawan dê armancên gelê Sûriyê neguherînin, gelê ku ev yanzdeh sal in qurbaniyan ji bo rizgarbûna ji rêjîma Esed û dagîrkeriyên ku ew anîne welêt dide, ji bo ku azadî, rûmet û jiyaneke ewle pêk bîne.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza tevgereke navdewletî ya bilez û şermezarkirina vê tawana ku bazareke gelêrî li bajarê Babê armanc kiriye kir, û tawankarên wê yên ku doseyeke wan a mişt tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê heye sizayê bibînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniya xwe de daxwaza dabînkirina parastina navdewletî ji deverên rizgarkirî yên Sûriyê re kir, daku nehêlin tirajediya mirovî ya ku tê serê gelê Sûriyê kûr bibe û giyanê bi melyonan derbider biparêzin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî