Gelê Sûriyê komelkujiya serdemê yaku rejîma Esed dermafê gelê Sûriyê pêk aniye ji bîr nekiriye, û di vê derbarê de Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Salwa Aksoy got ku piştî 9 salan ji komelkujiya mirina bê xwîn, komelkujiya sarîn ya ku rejîma Esed dijî gelê Gotaya Şamê pêk aniye, û tevî hemû belgeyên bêguman ên berpirsyariya rêjîma tawankar di ber komelkujiyê de diçespînin, û hemû bangên sûriyan bo sizakirinê, civaka navdewletî ta niha nekariye dadweriya navdewletî bi rêya mîkanîzmên ku ji bo vê armancê ava bûne pêk bîne.
Û Endamê Desteya Siyasî Behcet Atasî di vê helkefta bi êş de cext kir ku hebûna Beşar Esed û rêjîma wî li ser desthilatê piştî 9 salan ji komelkujiya kîmyayî ya Gotayê yaku têde zêdetir ji 1400 kes hatine kuştin, nîşana bêkêriya sîstema navdewletî ye, di darizandina tawankaran û dabînkirina dadmendiyê ji gelan re û pêkanîna aştiyê de, û Etasî tekez kir ku cihê guncaw bo tawankar Dadgeha Tawanan ya Navdewletî ye.
Û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Munzir Siras, got ku rêjîma Esed berî 9 salan komelkujiyek pêk anî, wek mezintirîn êrîş li ser asta cîhanê ji dema avakirina Peymana Qedexekirina Çekên Kîmawî di sala 1997an de, û Siras got ku êrîşa kîmyayî ya li ser Gotaya Şamê di sala 2013yan de yek ji wan 184 êrîşên kîmawî ye, yên ku ji aliyê rêjîma Esed ya tawankar ve li Sûriyê pêk hatine.
Û Endama Desteya Siyasî Besma Mihemed bal kişand ser ku piştî bersiva sar ya civaka navdewletî li hember êrişên kîmawî yên rijîma Esed li ser herdu Gotayên Şamê gelê Sûriyê rastî hêvîşkestineke herî mezin hat, û tevî wê jî hîn Sûrî cenga xwe dijî rijêma tawankar didomînin, û daxwaza sizakirina rijêmê û veguhestina siyasî ya berfireh li Sûriyê dikin.
Û di vê helkefta bi êş de, Endamê Desteya Siyasî Ebdulbasit Ebdulletîf, anî ziman ku berdewamiya hebûna rijêma Esed di nav civakên navdewletî de, tevî komelkujiyên hovane yên ku dijî gelê Sûriyê yê azad pêk anîne, ne dadmendî ye, çimkî di rojeke mîna van rojan de berî 9 salan Esed di şevekê de li Gotaya Şamê 1400 sivîl bi gaza sarîn a jehrîn kuştin.
Û Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Farûq Teyfûr, tekez kir ku rijîma Esed ya kîmawî rijêma qirkirinê ye, û wêneyên zarokên ku berî 9 salan xeniqîne hîn jî belgeyên tawankariya wê ya hovane ne, ji ber ku zêdetir ji 1400 sivîlên li Gotaya Şamê di (21ê tebaxa 2013)an de hatine kuştin hîna li benda dadweriyê ne, û tawankar hîna azad e, û bê sizakirin tawanên xwe ta niha berdewam dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî