Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi helkefta 9emîn ya salvegera komkujiya kîmawî li Gotaya Rojhilatî tekez kirin ku serbestmana Esed piştî komelkûjiya ku bi çekên qedexekirî yên navdewletî li dijî gelê Sûriyê yê bêçek pêkaniye, ew han da ku hîn bêhtir komelkujiyan pêk bîne.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehad Istêfo got ku piştî 9 salan ji komkujiya vê serdemê yaku rêjîma Esed xelkê Gotaya Şamê bi gazên jehrîn bombebaran kiribûn, rêjîma Esed hovîtiya tekane li hember gelê Sûriyê diyar kir, gelê ku bi tenê rûbirûyê mîkanîzma kuştinê bûye, di nav bêkêriya navdewletî de derbarê sizakirina tawankaran.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar got ku em îro yek ji wan komkujiyên hovane bi bîr tînin, ya ku gelê Sûriyê rastî wê hatiye, ew komkujiya kîmawî yaku rêjîma Esed berî 9 salan bêtir ji 1400 sivîlî li Gotaya Rojhilatî kuştine, sizakirina kujeran mafekî rewa ye yê ku sûrî bi salan daxwaza wî mafî dikin.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rûba Hebûş di vê derbarê de amaje bi wê yekê kir ku komelkujiya kîmawî yaku xelkê Gotaya Rojhilat li gundewarê Şamê armanc kiriye de (Tebaxa 2013)yan de derewa xezên sor eşkere kir, û rê ji rêjîma Esed ya tawankar re vekir ku kîmawîyeke dî û tawanên bi bermîlên teqîner û tawanên dîtir bi çekên kujer û wêrankirinê pêk bîne, em hîn jî daxwaza lêpirsîna kujer dikin, wekî serkeftinekê bo henasa dawî ya zarokan.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmecîd Berekat tekez kir ku sizakirina Beşarê kîmyawî daxwazeke bingehîn e ji tevaya Sûriyan re, û di rojin mîna van rojan de berî 9 salan, Esed 1400 sivîlên Sûriyê bi gaza jehrî xeniqandin, û Berekat tekez kir ku her kesê ku bi vê rejîmê re têkliyê normal bike, piştgirê terorê û xinizê mirovahiyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî