Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, peyvek bi boneya nehemîn salvegera bikaranîna çekên kîmawî li Gotayê yaku rijêma Esed jehra gaz sarîn dijî sivîlan lê bi kar aniye û 1400 kes xeniqandine, di yek ji mezintirîn tawanan bi dirêjiya dîroka nûjen de, pêşkêş kir.
Û Elmislit di axaftina xwe de got Çêkerên biryarê li cîhanê guh nedan bêhnçikîn û helke-helka zarokên ku di komelkujiya Esed a kîmawî de li Gotaya Şamê xeniqîn, ew çêkerên biryarê yên hiştine ku ev sîstema tawankar li Sûriyê desthilatiya xwe bidomîne, piştî yanzdeh salan ji pêkanîna komkujîiyê dermafê gelê Sûriyê.
Û Elmislit berdewam kir û got ku ji encama serederiya lawaz a cihê matmayînê bi komelkujiyê re, tevlî tekezkirina Komîteya Lêpirsînan a Navdewletî ya Serbixwe ku rijêm berpirse di ber wê tawanê de, ew rijêm hîn komelkujiyên xwe berdewam dike, û ta niha jî li gel hevalbendên xwe û milîsên terrorist gelê sûriyê dikuje û dorpêç dike û welatê wî wêran dike.
Û Elmislit bal kişand ser ku civaka navdewletî ew qurbanî paşguh kirin, û hişt ku rijîma Esed siza nebe, rijêma ku biryara navdewletî 2118 binpê kir, û çendîn caran çekên kîmawî bikar anîn, û heya niha lêpirsîna rijêmê nehatiye kartêkerkirin, tevî ku Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe berpirsyariya rêjîma Esed di ber êrîşên kîmawî de tekez kir, lêbelê wê piştguhkirinê birînên Sûriyê kûrtir kirin.
Û bal kişand ser ku wê komîteyê bi xwe berpirsiyariya rêjîma tawankar di ber 32 tawanên cengê yên ku rijêmê bi çekên kîmawî pêk anîne çesipand, û ev yek jî li gorî Beşa heftan ya bendê 21ê ji biryara navborî, liveke navdewletî dixwaze.
Elmislit tekez kir ku rêbaza rijîma Esed û yên li pişt wê weke Îran û Rûsiya eşkere ye, ew rêbazeke xwînrêjî û tawankarî ye, û li ser bingeha kuştin, teror, girtin û binçavkirinê ava bûye, û hêviya hin dewletan ku rijêm riftarên xwe biguhêre windakirina demê ye, ji ber ku tawanên wê û yên piştgirên wê li Okranya bi heman şêweyî dubare dibin.
Û Elmislit di axaftina xwe de, bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe û rêjîma Esed li ser tawanên wê siza bike, daku dadmendiyê ji şehîdên Sûriyê û gelê ku di trajediyeke mirovî ya bêhempa de dijî re pêk bîne.
Her weha Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza liveke kartêker di çarçoveyeke demkî de kir, yaku cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 misoger bike, û veguhestina siyasî li Sûriyê pêk bîne, û dev ji berepêkên kujer ên bobelatê kûrtir dikin berde.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî