Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî erkê serxweşiyê bo malbatên şehîdên komelkujiya bajarê Babê pêşkêş kir, û sersaxiyên Serokê Hevbendiya Niştimanî Selim Elmislit û Desteya Siyasî û ya Giştî ji malbatên wan re veguhastin.
Şand ji endamên Hevbendiya Niştimanî: Heysem Elşihabî, Atif Zirêq, Esed Elîto û hevrêzkarê nivîsgeha Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn pêk dihat, û Serokê Encumena Xwecihî ya bajarê Babê Dr. Mistefa Elosman û Cîgirê Giştî li bajarê Babê Dadger Ridwan Esfûr beşdarî kirin.
Û Şandê Hevbendiyê sersaxiyên Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bo malbatên şehîdên ku di komelkujiya ku rêjîma Esed û milîsên PYDe yên tirorist roja înê li bajêr pêk anîne veguhastin.
Û şandeyê serdana birîndarên di nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Babê de kir, ji bo dîtina rewşa tenduristî ya birîndaran ji nêz de, û silavên serokê Hevbendiyê Selim Elmislit gihandin malbatên birîndaran.
Û di dema pêşkêşkirina erkê sersaxiyê de Şanda Hevbendiyê tekezî li ser nirxdariya pakrewanan kir, û got ku Hevbendî dê hemî bizavên xwe bo pêşdebirina berve sizadana tawankaran û kesên komelkujiyan dermafê gelê Sûriyê pêk anîne bike.
Tê zanîn duh Înê rijêma Esed û milîsên PYDe yên terorîst komelkujiyek metirsîdar li bajarê Babê li gundewarê rojhilatê Helebê pêk anîn, û di encamê de 17 kes şehîd ketin û zêdetir ji 30 sivîlî birîndar bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî