Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, got ku destkefta kîmawî ya ku Rijêma Esed bi piştevaniya Rûsiya wergirtiye, weke destûreke navdewletî bû ku ew Sûriyan bi hemû çekan bikuje, tevî bermîlên teqîner û mûşekên valahiyê.
Û derbarê danûstandina navdewletî li gel komelkujiya kîmawî yaku rijêma Esed di demin wek niha de berî neh salan pêk aniye, Rehmê got ku wan rijêma Esed ji çekên kîmawî bêpar kir, lê destûr danê ku cebilxaneya xwe ya çekan ji bo kuştina Sûriyan bikar bîne, “Ev çi sîstema navdewletî ya cîhanê birêve dibe ye?”
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê berdewam kir û got ku çawa ku komelkujiya kimawî ya Esed li Gotayê ji bo Sûriyan û raya giştî biêş û şokdar bû, ew qasî wê lawazbûna sîstema navdewletî di warê rewiştî û yasayî û kartêkeriyê de eşkere kir.
Û Rehmê tekez kir ku razîbûna civaka navdewletî bi retkirin û şermezarkirinê tenê bêyî ku sînorekî ji tawankar re deyene û mafê qurbaniyên vê tawanê û yên dîtir bide, bû sedema mana tawankarekî cengê li ser desthilata Sûriyê, û ev yek şerm e ji civaka navdewletî re.
Û Rehmê hişyarî da ku tawana kîmawî li Gotayê û cihên din bi bûrîna demê re namire, û emê di xwestina cîbicîkirina dadweriyê û dadgehkirina tawankaran de berdewam bin, û tekez kir ku xwîna şehîdên Sûriya ku yanzdeh salan qurbaniyên bêhempa dane, ne cihê bazarê ye.
Hêjayî gotinê ye ku Rijîma Esed di 21ê Tebaxa 2013yan de li Gotaya Şamê komelkujiyek pêk anî, û di encamê de zêdetirî 1400 sivîl bi gaza sarîn a jehrdar xeniqîn, û Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe berpirsyariya rêjîma Esed di ber êrîşên kîmawî de destnîşan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî