Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Di rojeke mîna îro de, rejêma Esed li Sûrîyê komelkujîyên herî hovane bi çekên kîmawî (gaza sarîn) dijî sivîlan li Gotaya Şamê di 21ê tebaxa 2013an de pêk anîn, û têde zêdetir ji 1400 kes bi xeniqînê hatin kuştin, û ev yek hevdem e bi Roja Cîhanî ya “Bîranîna Qurbaniyên Terorê û Nirxdana Wan” re yaku di sala 2017an de hatiye biryardan.
Nebûna rêgirtin û lêpirsîna navdewletî derbarê vê komelkujiya hovane, û pesendkirina standina çekên tawanê ji tawankar di biryara 2118 ya Encûmena Ewlekariyê de li şûna sizakirina kujer, rê li pêşiya rejîma terrorist bi dirêjiya salên berê vekir, ku bermîlên teqîner û bombeyên goşeyî û bidehan çekên wêranker bikar bîne.
Civaka navdewletî birînên Sûriyan kûrtir kirin dema nekarîbû rijîma Esed siza bike, rijêma ku biryara 2118 binpê kiriye, û bi dehên caran çekên kîmawî bikar anîne, li gel tekezkirina Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe ku rêjîma Esed di ber êrîşên kîmawî berpisyar e, her wiha Komîteyê berpirsyariya rijîmê di ber 32 tawanên cengê yên ku wê bi çekên kîmawî pêk anîne destnîşan kir, û ev yek hewcedarî tevgereke navdewletî ya li gor beşa heftan û di bin bendê 21ê ji biryarê de ye, em careka dî daxwaza sizakirina rijêma Esed ya terrorist li ser tawanên wê yên curbecur bo bicîkirina dadmendiyê ji şehîdên Sûriyê û gelê wê yê ku bi sedema vê rejêmê di trajediyeke mirovî ya bêhempa de dijî.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku rijêma tawankar ji destpêka şoreşê ve heta îro ji xwe re rêbaza teror, kuştin û wêrankirinê di rûyê gelê Sûriyê de yê ku daxwaza azadî û rûmetê kiriye hilbijartiye, û rijêm ne bi çareya siyasî bawer e û nejî şiyana wê ya bicîkirina wê heye, û kar ji bo redkirina her destpêşxeriyeke siyasî bi komelkujiyeke nû dike.
Hevbendiya Niştimanî civaka navdewletî di ber berdewamiya bobelata li Sûriyê didome yaku bi berdewamiya kuştin, girtin û koçberkirina rijîma Esed û alîgirên wê ji ber nebûna hewlên cidî bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê berpirsyar dibîne, biryara ku veguhastina siyasî ya berfireh mosoger dike, û hişyariyê dide ku her derengmanek trajediyê kûrtir dike, û tawan û binpêkirinan berdewam dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 tebax 2022