Rûsya operasiyonên xwe yên leşkerî li Şamê û derdora wê û parêzgeha Idlibê berfireh kirine, di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketine û nexweşxanak ji kar derketiye.
Toreyine xwecihî yên ragehandinê gotin ko 18 kes li bajarokê Misraba û şeşên din li bajarê Erbîn hatine kuştin, ji encama bombebarana firokên cengî yên hêzên rêjîma Esed ên taxên herdu bajaran amanc kirine, û du zarok û jinek li bajarokê Beyt Sewa li Xûta rojhelat ji encama bombebaranê şehîd ketine.
Her weha bajarokê Dûma û Eyn Terma, Heza û Otaya amanc kirine, û di encamê de bêtir ji 15 kesan birîndar bûne.
Çalakvanan li Idlibê û gundewarê wê anîne ziman ko operasiyonên firokên cengî yên Rûsya hêj li herêmê berdewam in, û diyar kirin ko heşt kes hatine kuştin û gelek parên nexweşxana Me’eret Elnuman wêran bûne û kar lê rawestiyaye, û firna bajarê seraqib jî ji kar derketiye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê êrîş û topbarana berdewam ên hêzên rêjîmê ko ji hêla milîtanên Îranî û firokên dagîrkerên Rûsî ve têne piştgirîkirin pirotesto kirin.
Û Hevbendî dibîne ko ev operasiyona nuha li ser Idlibê ket hefteya sêyem, û ew berdewam e di armanckirina sivîlan û pêkanîna tawankariyên cengê de, û hemû lihevhatin û peymanan binpê dike, û sûdê ji bêdengiya civaka navdewletî werdigire, ji ber civaka navdewletî bi berpirsiyariyên xwe derbarê parastina sivîlan û dabînkirina ewlekariyê ranabe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî