Emîndariya giştî ya Encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de derbarê serhildana miletên Îranê li dijî rêjîma melayan, piştgiriya xwe ragihand ji têkoşîn û serhildana wan re ya daxwaza azadiyê ji rêjîma zordar dike.
Di daxuyaniya Encûmenê de hatiye ko Encûmena Niştimanî ji salan ve stema melayên Îranê dijî miletê Kurd û miletên din dişopîne, û li rex daxwazên wan ên ji bo azadî û aştî û ruxandina rêjîmê radiweste.
Emîndariya giştî got ku rêjîma melayan xwe ji amanca şoreşa miletên Îranê ya ji bo azadî û dadwerî û wekheviyê ya ko rêjîma Şah sala 1979ê rûxand xwe da paş, û ji wê hingê ve siyaseta belavkirina şoreşê li dervî Îranê bikar tîne, û tevliheviyan di navbera miletên herêmê de pêktîne.
Emndariya giştî got ku rêbaza rêjîma melayan li dijî azadiya miletên Îranî ye, û hêvî kir ko miletên Îranî rêjîmeke dîmuqratî ko daxwazên wan bi cih bîne û mafên netewî û dîmuqratî ji hemû miletên wê re dabîn bike û bibe fakterê aramiyê li herêmê, ji xwe re hilbijêre.
Emîndariya giştî di daxuyaniya xwe de got ku rêbaza rêjîma Îranî ya ko miletên Îranî riswa kirin û ew xistin beraberiya miletên herêmê û bi milyonan xelk belengaz kirin, ew rêbaza wê ya ko li ser lawazkirina milet û birçîkirina wî û talankirina malê milet û bêkariyê pir bike hatiye avakirin, û ev sedema rasterast bû ko hişt milet lidijî wê rabe.
Emîndariya giştî ya Encûmena niştimanî kurdî daxuyaniya xwe bi van gotinan bidawî kir: çiqas stemkar stemê bikin, tu caran nikarin viyana miletan têk bibin, wê her daxwaza azadî û dîmuqratî û dadweriyê bikin.
Tê zanîn ko çirûska serhildana miletên Îranî di 28ê çileyê pêşî de ji bajarê meşhed dest pê kir, û xwepêşindan berfireh bû heta giha bêtir ji 70 bajarî.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê