Çavdêriya Bombeyên Goşeyî ya bi ser Hevpeymana Navdewletî ve ji bo Jinavbirina Bermayên goşeyî û helmeta Navdewletî ji bo Qedexekirina Mayinên zemînî (ICBL-CMC) di raporta xwe ya dawîn ya salane de tekez kir ku Sûriyê di sala 2021an de hejmara herî mezin a qurbaniyên bermayên bombeyên goşeyî li ser asta cîhanê tomar kir.
Û raporê eşkere kir ku sala bûrî hejmara qurbaniyên bombeyên goşeyî gihiştiye 37 kesan, li gorî sala 2020an yaku têde 147 kes bûne qurbaniyên bermayên bombeyên goşeyî, û ev hejmara herî kêm a qurbaniyên bermaên bombeyên goşeyî ye ji sala 2012an û vir ve hatiye tomar kirin, û ji sêyan yek zarok qurbaniyên bombeyên goşeyî bûn di sala 2021an de.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî yaku di raporta navdewletî de beşdarî di riya pêşkêşkirina amar û daneyan li ser bakurê rojavayê Sûriyê kiriye, diyar kir ku bi hezaran bermîlên teqemenî yên ku ji bombebarankirina Rijîmê û hevalbendê wê yên Rûsî mane li deverên çandiniyê û di nav malên sivîlan de li bakurê rojavayê Sûriyê belav dibin, û metirsiyek mezin li ser jiyana nişteciyan çêdike.
Û Bergiriya Sivîl diyar kir ku ji destpêka îsal ve û heta duh Înê 26ê Tebaxê, 21 teqînên bermayên şer li bakurê rojavayê Sûriyê belgeh kirin û di encamê de 17 kes hatibûn kuştin, 5 ji wan zarok bûn û 24 kesên din jî birîndar bibûn, ji wan 14 zarok û jinek hebû.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku ji destpêka vê salê heta nîvê Tebaxê, tîmên (uxo) zêdetir ji 780 tapanên ne teknîkî li zêdetir ji 260 deverên ku bi cebilxaneyan qirêj bûne operasyonê rabûn, û di 449 operasyonên paqijkirinê de 524 cebilxaneyên cûrbecûr hatin rakirin, û tîman 1080 rûniştinên hişyariyê li ser metirsiyên mayînan û bermayên şer pêşkêş kirin, û 20,000 sivîl di nav de zarok û cotkar hebûn sûd ji wan rûniştinên hişyariyê wergirtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî