Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit tekez kir ku ew tiştên ku di medyaya Îranê de derbarê pêwendiya Hevbendiya Niştimanî bi Tirkiyê re belav kirine ne rast in, û Elmislit got ku yê kuştina sivîlan û zarokan li bal wî hêsan be, dê derew û xapandin jî jêre hêsan bin.
Û Elmislit diyar kir ku di dema ku rêjîma Esed û milîsên mezhebî yên Îranî gelê Sûriyê dikuştin de û hîn jî dikujin, Tirkiyê bi milyonan ji sûriyan hembêz kir û hîn jî berdewam e, û cextî li ser kûrahiya têkiliyên dîrokî di navbera gelên Sûriye û Tirkiyeyê de kir.
û bal kişand ser ku rojên bê dê derewên medyayên Îranê yên ku di salên bûrî de di derew û agahiyên ne durist de pispor bû biçespînin.
Û Elmislit bal kişand ser ku di civîna dawî de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, têde tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Tirkiyê bo gelê Sûriyê û doza wî a dadmend di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de hat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî