Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Binçavkirina Kotekî de ya di 30’ê tebaxê ji her sale de ye, daxwaza pêwîstiya karkirina bi awayekî cidî ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenivîsa binçavkiriyên kotekî yên li ser destê rijêma Esed ji civaka navdewletî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku rijêma Esed binçavkirin weke çekeke cengê ya sereke dijî gelê Sûriyê yê ku ji sala 2011an ve daxwaza azadiyê kiriye bikar aniye, û bal kişand ser ku ev çek ji metirsîdartirîn amûrên riijîmê ye, û ji dema ku ew li Sûriyê hatiye ser desthilatê de xwe spartibûyê, ji bo desthilata xwe piştî teqlekirina 1970ê biçespîne.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku binçavkirina kotekî ya rijêma Esed beşek ji rêbaza wê ya tam e, ya ku têde kuştin, terorkirin, serkutkirin, wendakirina di zindanan û koçberkirina bi darê zorê bi kar aniye, û ev yek bû sedema hebûna 131,469 girtî û binçavkirî yên ku bi navan belgekirî ne û di girtîgehên wê de ne, di nav wan de 3,621 zarok û 8,037 jin hene, li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, tevî ku hejmara rasteqîn pir zêdetir e, bi sedema dijwariya belgekirinê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku civaka navdewletî bi nûneratiya Netewên Yekgirtî û dewletên xwedan bandor di vê rêxistinê de beşekî ji berpirsiyariyê hildigrin, ji ber ku rê dan rijêma Esed a qirkirinê ku bi çavekî biçûk li sizayê binêre û paşê jê rizgar bibe, tevî wêneyên ku ji aliyê Qeyser ve hatine belgekirin û vîdyoya taxa Eltedamun, û tevî belgekirina bi hezaran komelkujiyên ku bi zelalî diyar dikin ku binçavkirî û girtî di “Qesabxaneyên Mirovî” yên rijêma Esed de rastî îşkenceyên derûnî û laşî ta mirinê tên.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tawana binçavkirina kotekî ya ku rijêma Esed û hevalbendên wê pêk tînin, beşek e ji gelek tawanên ku rijêma Esed dijî gelê Sûriyê pêk tîne.
Û got ku ji ber vê yekê xwespartina hin dewletan li ser guhertina reftarên rijêma Esed windakirina demê ye, û cext kir ku Sûrî qebûl nakin ku di ser daxwazên wan bo azadî û rûmet û pêkanîna veguheztina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 piştguh bibin.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî