Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit bi nûnerên saziyên sivîl, siyasî, şoreşgerî, xizmetguzarî û çandî û nûnerên Encûmena Êl û Hozên Sûrî re li bajarê Orfayê yê Tirkiyê civiya.
Û di vê serdanê de endamên Hevbendiyê Ehmed Tuhmê, Cîhad Meter, Mihemed Elî Îsa, Husên Read, Perwîn Remî û Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Heyel Elkeleş hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û amadebûyan pêşhatên piroseya siyasî gengeşe kirin, û tekezî li ser pabendbûna bi pirensîpên şoreşa Sûrî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tevaya gotegotên ku ji aliyê rêjîma Esed ve belav dibin red kirin, û tekez kir ku hewldanek ji aliyê rijêmê ve heye ku nakokiyan di nav şoreşgeran de derxîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku ew hêza xwe ji gel û tevgera şoreşgerî ya berdewam werdigre, û li ser domandina hevdîtinên navdewletî li gel dewletên ku piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê dikin ji bo xebatên li ser livandina proseya siyasî û giheştina veguhestineke siyasî ya rasteqîn li gorî biryarên navdewletî û di serî de biryarên 2118 û 2254 axivî.
Û amadebûyan piroseya çaksaziyê di Hevbendiya Niştimanî de gengeşe kir, û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bixêrhatina endamên nû kir, û tekez kir ku xebat ji bona tevlêbûna nûnerên nû bi taybetî ji beşê ciwanan tê kirin.
Û Elmislit daxwaza xurtkirina yekrêziya hewldanan û karê ji bo berdewamkirina şoreşê heta bigihêje armancên xwe kir, û bal kişand ser ku di van demên dijwar de, Hevbendiya Niştimanî hewcedarî piştgiriya civaka xwe ya gelerî ye, ji bo ku li kêleka hev bin bo pêgirtina bi daxwazên rewa yên gelê Sûriyê.
Û Beşdaran bal kişandin ser girîngiya şopandina rewşa kampên li Bakurê Sûriyeyê, û tekezî li ser giringiya balkişandina ser dosyeyên perwerde û tenduristiyê bi hevkarî û hevrêziya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî