Rêveberiya saxlemiya azad li Şamê û gundewarê wê, duhî roja çarşemê, daxuyaniyek da û têde eşkere kiriye ku 194 kes şehîd û 759 birîndar bûne, tevlî jin û zarokan bi sedema oparesyonên esmanî û topxane û mûşekan yên ji aliyê hêzên Esed û Rûsiya li ser bajar û bajarokên Xûta rojhilat di van deh rojên dawî de.
Rêveberiya ser bi hikûmeta demkî ve, di raporta xwe de gotiye ku di nav şehîdan de 38 zarok û 22 jin hene, û di nav birîndaran de 140 zarok û 122 jin hene, û bal kişandiye ku gelek ziyanên mezin bi sedema êrîşan li saman û jêrxaneya bingehîn bûne, û navendên jiyanê li Xûtayê biyekcarî jikar ketine.
Di daxuyaniya rêveberiyê de hatiye ku “rojekê bi tenê jî bombebarana ser Xûtayê nehatiye rawestandin, tevî bikaranîna çekên kêmyayî yên fayilên wan li ber destê konseya ewlekariyê ne, bê ku biryarek bête standin li ser dadgehkirina tawankaran”.
Rêveberiyê tekez kir ku hemû daxuyaniyên derdikevin ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê li ser armanckirina pêgehên leşkerî di nav sivîlan de ” behane ne, ji bo bi yasakirina armanckirina dezgehên zindî wek nexweşxane û xwendingeh û navendên giştî û bazarên gelêrî”.
Herwiha rêveberiyê daxuyaniyên Rijêmê û hevalbendên wê şermezar kirin, û daxwaz ji rêxistinên navdewletî û mafperwerî kir, ji bo destêwerdana bilez bikin ji bo rawestandina destdirêjiyên leşkerî li ser Xûta, û amadebûna xwe nîşan da, li hember pêşwazîkirina her komîteyeke navdewletî, ji bo bi dûvçûna navendên pizîşkî û dîtina rewşa pizîşkî ya xirab.
Ji aliyê xwe ve, encûmena xwecihî ya bajarê Seqba li Xûtayê, civaka navdewletî bi berpirsyar dît li hember kuştin û bombebarandin û wêrankirin û dorpêçkirina Xûta rojhilat, û daxwaza bizaveke bilez ji civaka navdewletî kir ji bo rizgarkirina xelkê sivîl ji zordarî û destdirêjiya hêzên Rijêmê û hevalbendên wê.
Hêjayê gotinê ye ku komsyona bilind ya mafên mirov li NY, mîr Zeyd kurê Ri’d Elhusên, duhî roja çarşemê tekez kiribû ku gelek qurbaniyên mirovî li Xûta rojhilat çêbûne, û di daxuyaniyekê de gotibû ku “navçeyên nişteciyan li Xûta rojhilat bi şev û roj bi êrîşên esmanî û bejayî tê bombebarankirin, û sivîl xwe di qeboyan de vedişêrin, û dorpêçkirin bûye sedemeke xurt a bobilateke mirovî”.
Tê zanîn ku navçeyên Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Beşar Esed her ji sala 2013’an hatine dorpêçkirin, û li ser derbaskirina kerestayên xwarinê û kelupelên pêwîst hatine qedexekirin, hevdem ku dorpêçkirin ji çend heyvan ve li ser zêdetir bûye, û ev yek bûye sedema mirina hejmarek ji sivîlan û piraniya wan zarok in, bi sedema bêxwariniyê û tinebûna keresteyên xwarinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî