Emerîka redkirina xwe ji vegerandina penaberên Sûrî re bi darê zorê anî ziman, û di heman demê de dana 756 milyon dolarên Emerîkî wek alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re ragihand, û tekez kir ku dê bi hevalbendên xwe re ji bo çareserkirina siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê berdewam be.
Û Wezareta Derve ya Emerîka di daxwiyaniyeke xwe de bal kişand ser giringiya ku aliyên di warê mirovî kar dikin karibin alîkariyan bihghînin hewcedaran li tevaya sûriyê bêyî ku astengî jin wan re derkevin, û careka dî tekezî li ser piştevaniya Waşîngtonê ya tam ji Mîkanîzma Netewên Yekbûyî ya gihandina alîkariyên Mirovî di riya xalên sînorî re bo bakurê rojavayê Sûriyê kir.
Û daxwiyaniyê tekezî li ser siyaseta Emerîka ya li dijî vegerandina penaberan bi awayê bilez an bi darê zorê bo Sûriyê, ya li gorî yasayên navdewletî qedexe ye kir, û rola dewletên ku di pêşwaziya penaberên Sûrî de berdewam in bilind nirxand.
Û daxyaniyê tekez kir ku piştgiriya Waşîngtonê ji gelê Sûriyê re neguhêr e, û tenê çareseriya siyasî dikare êş û azarên Sûriyan bi dawî bîne, û ewlehî û aramî û geşepêdanê bide hemû Sûriyan, û bal kişand ser wê yekê ku Waşîngton li gor biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê di karê xwe yê li gel hevpeyman û hevbeşan de berdewam e.
Û di vê çarçoveyê de Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê xweşhaliya xwe bi helwesta Waşington ya giring di warê piştgiriya doza Sûriyê û daxwazên gelê wê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de anî ziman, û derbarê hewlên navdewletî yên ranegihandî yên ji bo vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan hişyarî da, û daxwaza pabendbûna bi rêkeftinên navdewletî yên ku rê li ber vegera bi zorê ya penaberan digire kir, nemaze ku Sûriya hîn ji bo vegera çi penaberan bi sedema hebûna rijêma Esed ne ewle ye.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser ku hîn jî sedemên penaberbûna Sûriyan berdewam in, ew jî hebûna rijêma Esed li ser desthilatê ye, yê ku bûye sedema koçberî û penaberiya nêzîkî 13 milyon Sûrî, ji ber siyaseta wê ya serkutkirinê ya li ser bingeha kuştin, girtin û binçavkirina kotekî ji tevaya rikberan re ava bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî