Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi dirêjiya herdû rojên Çarşem û Pêncşemê civîna xwe ya rolane li dar xist, û di civînê de behsa tawana kirêt ya ku li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê dermafê zarokê Îraqî Mihemed Yasîn pêk hatiye gengeşe kir, her wiha li ser belavbûna nexwaşiya kolêrayê û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî rawestiya.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat tekez kir ku tiştê ku bi zarok Mihemed Yasîn re çêbûye cihê xemgînî û mixabîniyê ye, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî dê kar bikin ji bo misogerkirina ku bûyerên weha kirêt yên ku civata Sûrî ji kok de red dike dubare nebin.
Û Cîgirê Serok Ebdulehed Istêfo li ser amadekariyên bo serdana Emerîka li rex civîna komeleya Giştî axivî, û dosyayên ji bo civatên li wê derê li pêşiya şandeyên diplomatîk di hevdîtinên ku dê li dar bikevin de pêşkêş bikin, berçav kirin.
Û Istêfo li ser şopandinên ku Ofîsa Têkliyên Derve bo rewşa mirovahî ya dijwar li kampa Elrukbam pê radibe axivî.
û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê kurteşiroveyek li ser karê Emîndariya Giştî û raporên ku ji beşên Emîndariya Giştî bi taybetî yên beşê yasayî û yê wergerandinê hatine, pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Nivîsgeha Lêkolînên Stratejîk Ehmed Tuhmê kaxezek şiroveyî pêşkêş kir, û têde behisa tiştên ku di raporta nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen û raporta Encumena Mafên Mirovan de derbarê rewşa Sûriyê hatine û li pêş Encûmena Ewlekariyê pêşkêş bûne, kir.
Û amadebûyan li raporên karê kutleyên leşkerî derbarê rewşa meydanî ya deverên rizgarkirî guhdarî kirin, her weha raportên Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan û Ofîsa Karûbarê Penaberan gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî