Şandeyê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê li Gel Rêvebirê Giştî û Serokê Rêvebiriya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê di Şandeyê Siwêdê de li Netewên Yekbûyî civiya.
Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî li gel Cîgirê Rêvebirê Giştî û Serokê Rêvebiriya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê di Şandeyê Siwêdê di Netewên Yekbûyî de Magnus Hellgren li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê li rex karên xola 77 ya civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New York ê gotûbêj kir.
Û Şandeyê daxwaza kar li ser piştgiriya veguhestina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herû biryarên 2118 û 2254 kir, û tekez kir ku ti çareya rasteqîn li Sûriyê bêyî pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di azad, rûmet û demoqrasiyê de û pêkanîna veguhastina siyasî ya tam tune ye.
Ji aliyê xwe ve Hellgren tekez kir ku Siwêd pêgira helwestên xwe ye di pêwîstiya hebûna piroseyeke siyasî ya domdar de, û cext kir ku welatê wî piştgiriya bizavên Netewên Yekbûyî di cîbicîkirina biryara 2254 dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî