Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, li gel Rêvebirê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê di Şandeyê Birîtaniya de li Netewên Yekbûyî Stephen Hickey li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê li rex karên xola 77 ya civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New York ê gotûbêj kir.
Û Şande behsa giringiya kartêkerkirina pirosesa siyasî li Sûriyê û piştgiriya veguhestina siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir, Û tekez kir ku vegera aramiyê li deverê bi dîtina çareyeke rasteqîn li welêt ya ku pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demoqrasiyê û sizakirina kesên ku tawanên cengê dermafê sivîlan pêk anîne ve girêdayî ye.
Ji aliyê xwe ve Hickey tekezî li ser helwesta welatê xwe derbarê redkirina çi piroseya normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û hevrêzkirina vê helwestê li gel hevalbendan daku çi hewldan bo biserxistina rijêmê çênebe kir.
Û li ser rola Birêtaniya di şandina alîkariyên mirovî de bo hewcedaran li Sûriyê di riya sînor re axivî, û tekezî li ser pêwîstiya dirêjkirina biryara derbaskirina alîkariyan kir.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî