Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, hevdîtinek li gel Rêvebira Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê di Şandeyê Firansayê de li Netewên Yekbûyî Anna Geogen li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê li rex karên xola 77 ya civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê gotûbêj kir.
Û kesên amade li ser pêwîstiya çalakkirina pirosesa siyasî ya rawestyayî ji ber berepêkên rijêma Esed bi pştgiriya Rûsya û Îranê axivîn, û tekezî li ser giringiya gihiştina çareya siyasî li gorî biryara 2254 da ku veguhestina siyasî ya tam li welêt pêk were kirin.
Ji aliyê xwe ve Geogen tekezî li ser berdewamiya piştgiriya şoreşa Sûrî û doza gelê Sûriyê ji aliyê welatê xwe ve kir, û cextî li ser retkirina Firansayê ji çi pirosesa normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed an nûavakirina rijêmê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî