Îro Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf di civîna dewletên bexişkar li bargehê desthilata demkî li Xazî Entabê başûrê Tirkiyê beşdar bû.
Serokê desthilata Sûrî ya demkî û wezîrên desthilatê hem serokên encûmenên xwecihî û Yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê amade bûn.
Civîn bi amanca hevrêzkariyê bû li gel desthilata demkî di pirogramê li ser kar dike, û çêkirina pirogramin nû ko li gora amancên desthilata demkî bin, û xizmetgozeriyan ji niştecihan re pêşkêş bikin û ewlehî û aramiyê ji herêmên rizgarkirî re misoger bikin.
Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb û cîgirên wî karên desthilatê û pirojeyên wê yên xizmetkariyê pêşdîtin kirin, û daxwaz kirin ko piştgiriya desthilatê û karê wê yê li ser xakê bibe, ji bo amadekirina dezgehan û pirojeyên xizmetkarî bi amanca xizmetan ji Sûriyan re dabîn bikin û nehêlin jihevcudabûna herêman çêbibe, û aramiyê ji herêmê re pêkbînin, û dabînkirina rêbazeke yasayî û dezgehî ya pispor, û piştgiriya karînên Encûmenên xwecihî li nav çarçoveya yasayî ya dewletê bikin, li gora rêbazên hundirîn yên ko desthilata Sûrî ya demkî danîne.
Cîgirê serokê desthilata demkî Ekrem Tu’ma ji Xûta rojhelat ya dorpêçkirî li ser karê desthilata demkî li başûrê Sûriyê û Xûta rojhelat û li ser beraberiyên têne pêşiya wan axivî, bi taybetî ko dorpêç tundtir bûye û operasiyonên leşkerî ji hêla rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest berdewam in.
Desthilata Sûrî ya demkî pêşdîtin û pêdiviyên sivîlan li herêmên rizgarkirî di hemû biwaran de, bijîşkî, xizmetgozarî, xwarin û fêrbûn pêşkêş kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî