Bergiriya sivîl ya Sûrî diyar kir ku 216 sivîl – 53 ji wan zarok in- bi êrîşên leşkerî yên li ser Xûta rojhilat ji 29’ê çileyê pêşî yê borî ve şehîd ketine.
Bergiriya sivîl duhî li ser malpera xwe ya fermî belav kir, ku hêjî Xûta rojhilat bi dijwarî bi êrîşên esmanî û bejayî ji aliyê hêzên Esed û hevalbendên wê ji 27 rojan ve tê topbarankirin.
Ji aliyê xwe ve, balyozê Firensa li NY “Firnsiwa Dîlatir” hişyarî dabû derbarê Xûta Şamê ya rojhilat nebe Helebeke nû, wek amajepêkirinekê li ser tawanên şer yên li Helebê hatine pêkanîn, û Rijêm bi berpirsyar dîtibû li hember têkçûna baredoxên Xûtayê.
Û Dîlatir di miyanê civîneke awarte ya konseya ewlekariya navdewletî de ya ku li ser banga Firinsa ji bo gengeşekirina rewşa mirovî li Sûriyê hatibû lidarxistin, gotibû ku “armanc ji vê civînê, ji bo tekez bibe ku niha li Sûriyê bobilata mirovî heye, ya ku rijêma Esed yekem berpirsyara wê ye”.
Hêjayê gotinê ye ku bergiriya sivîla Sûrî di raporta xwe ya salane de kuştina 1337 sivîlan û ji wan 12 karmendên bergiriya sivîl di êrîşên hêzên Esed de yên li ser Xûta rojhilat li sala borî tekez kiribû.
Herwiha tîmên bergiriya sivîl bangewazî daye civaka navdewletî , ji bo sivîlan bilez biparêze, û êrîşên dijwar li ser Xûta rojhilat ya dorpêçkirî rawestîne, û bang li saziyên sivîl û mafnasiyê yên xwecihî û navdewletî kiriye, da destêwerdanê bikin ji bo rihakirina xûta rojhilat û pêkanîna fişaran li ser aliyên kartêker û rawestandina oparesyonên leşkerî li dijî sivîlan, û gihandina alîkariyên pêwîst û rakirina nesaxan bo çareserkirina pizîşkî.
Tê zanîn ku nêzîkî 400 hezar sivîl li Xûta rojhilat dijîn, û her ji sala 2012’an ve ji aliyê hêzên rijêma Esed hatine dorpêçkirin, û rêxistina lêborîna navdewletî “Amnesty” di raporteke xwe ya pêştir de tekez kiribû ku tawanên şer li dijî sivîlan li ser destê Rijêmê têne pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî