Şanda ENKS’ê di çarçova serdanên xwe de, duhî roja çarşemê 24.01.2018, sê hevdîtin ligel berpirsên hikûmeta Elmaniya pêkanîn.
Şanda ENKS’ê li destpêkê ligel berpirsê werzareta derve yê beşê siyasî yê karubarê rojhilata navîn û Afrîka û Amerîka latînî berêz Fîlîp Akaman civiya, û paşî ligel berpirsê wezareta derve yê karubarê Sûriya û Libnan û Îraqê berêz Robêrt Rod civiya, û li dawiyê ligel xanim Danîla Şilîgil cîgira berpirsê beşê rojhilata navîn li nivîsîngeha xanim Mêrkil civiya.
Şanda ENKS’ê di hevdîtinan de cext li ser giringiya rawestandina oparesyonên leşkerî yên li Afrînê kir ji ber bandora wê ya nerênî li ser rewşa siyasî û mirovî li navçeyê, û alozkirina pirsa dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê, û şanda encûmenê daxwaz ji hikûmeta Elmaniya kir ku bi roleke erînî û kartêker rabe ji bo bidawîkirina vê rewşê ligel hevpeymanên xwe yên navdewletî.
Herwiha di hevdîtinan de behsa herdu kongiran Soçî û Cenêvê hate kirin, û têde şanda encûmenê tekez kir ku çi alternatîvek nîne ji danustandinên Cenêvê re, û divê hemî bizav bikevin di xizmeta wê yekê de.
Û şanda ENKS’ê li dawiyê supasiya hikûmeta Elmaniya kir li ser piştgiriya wê ya berdewam ji bo ENKS’ê û hêvî xwest ku ew piştgirî berdewam bimîne.
Hêjayê gotinê ye ku nêrînên rayedarên hikûmeta Elmaniya nêzîk bûn ji lênêrîna Encûmenê , û hikûmeta Elmaniya ji aliyê xwe ve tekez kir li ser pêşkêşkirina her hesankariyekê ji bo serxistina pirose û çareseriya siyasî li Sûriyê, û da zanîn ku ew ligel miletê Sûriyê û mafên wê yên ji bo rûmet û azadiyê radiweste.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê