Berpirsên desteya danustandinên Sûriyê tekezî li ser giringiya rawestandina bilez ji tawanên şer re yên li dijî sivîlên Xûta rojhilat dibin kirin, û NY berpirsyar dîtin di ber tişta dibe, ji ber bêkariya wê û nestandina helwestên jidil ji bo neçarkirina Rijêmê û rawestandina êrîşên wê yên berdewam.
Ev daxuyanî hatin bi rêka civînekê hatibû girêdan, di navbera hin berpirsên desteya danustandinê û serkirdeyên Xûta rojhilat de bi rêka bernameyekê televiziyonê yê daxistî (CCTV).
Ji aliyê xwe ve, endamê desteyê Ebdulîlah Fehid cext kir li ser rijdiya desteyê li ser berdewamiya têkiliyan ligel sercem çalakiyên şoreşgerî li tevaya navçeyên Sûriyê, û pêşkêşkirina zanyariyan ji wan re derbarê destpêşxerî û diyalogên li NY dibin û piroseya danustandinê.
Hevdem endamê desteya danustandinê Firas Elxalidî amaje bi wê yekê kir ku metirsî li ser piroseya siyasî hene ji ber hewlên pûçkirina pêvajoya Cinêvê û sepandina çareseriyekê li gor nerîna Rûsiya li ser xelkê Sûriyê bi rêka kongirê Soçî yê çaverêkirî li dawiya vê heyvê bête girêdan, û cext kir ku şoreşa Sûriyê dest ji piransîp û armancên xwe dijî destdirêjiyê û dadgehkirina tawankaran bernade.
Ehmed Ele’srawî, endamê desteya danustandinê bal kişand ku berpirsên Rûsî çi bersivên tewaw li ser kongirê “Soçî” nedan şanda desteyê li dema serdana wê ya Mosko li heftiya borî, û got ku şandê tekez kir ku ew pabend in bi çareseriya siyasî û cêbicêkirina biryarên navdewletî, û bal kişand ku ev yek bi mana Rijêmê çênabe.
Serkirdeyên Xûta gotin ku rewşa mirovî ya zehmet xirabtir dibe bi sedema berdewamiya êrîşên leşkerî û dorpêçkirina tevaya navçeyê û qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî ji pêwîstdaran re.
Û bal kişandin ku Rûsiya pabend nebû bi rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê”, û gotin ku serdana Mosko hevdem bû ligel bombebarankirina bajarê Dûma bi gaza kilorê ya jehrîn, ku bû sedema bînçikandina bi dehên sivîlan tevî jin û zarokan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî