Rêxistina navdewletî ya pizîşkên bêsînor (MSF) tekez kir ku bi dehezaran malbatên Sûrî ji neçarî ber bi sînorê Tirkiyê penaber bûne, bi sedema bombebarankirina Rijêmê û hevalbendên wê û şer û pevçûnên dijwar li gundewarên Hema û Heleb û Idlibê, yên di navbera çekdaran û hêzên Rijêmê de.
Rêxistinê duhî roja pêncşemê daxuyaniyek belav kir û têde bal kişand ku penaber niha di bin konan de û di kampên demikî de dijîn di vê sirusermaya zivistanê de, û bal kişandiye ku gelek gund bi tevayî hatine çolkirin û xelkên wan ber bi sînor de derbeder bûne.
Rêxistinê diyar kiriye ku derbider nema di kampên fermî de hiltên, û piraniya penaberan niha bi neçarî li kampên demkî dijîn, û bal kişandiye ku sê heta çar malbatan ku piraniya malbatan ji şeş kesan pêktê di bin yek xêvetê de dijîn.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku bi zehmetî xêvetên taybet bi malbatekê peyda dibin, û gelek zehmetî dikevin li pêşiya pêşkêşkirina ava vexwarinê û xwarin û derman bo wan kampên nefermî.
Rêxistinê tirsa xwe nîşan daye li hember têkçûna rewşa penaberan bi sedema berf û baran û sermayê û tengbûna cih, di heman demê de aliyên mirovî yên kartêker çalakiyên xwe li hindurê Sûriyê kêm kirine.
Di heman dema ku rijêma Esed û hevalbendên xwe di zêdegavî û êrîşên leşkerî her ji heyva borî de bi piştgiriya firokên Rûsiya berdewam in, li ser başûrê Idlibê û gundewarê başûr û rojhilatê Hemayê yên dikevin di çarçovê navçeyên kêmkirina tundutîjiyê de, û rêkeftinek li sala borî li Astana derbarê vê yekê bi gerantiya Rûsiya û Îran û Tirkiyê hatibû amzekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî