Toreya Sûriyê ya mafên mirovan diyar kir ko sala 2017ê nêzîk 2.300.000 kes piraniya wan bi destê rêjîma Beşar Elsed bi kotekî koçber bûne.
Toreyê di raporteke xwe de roja pêncşembê, destnîşan kir ko 450hezar sivîlên parêzgeha Reqa ya bakurê rojhelatê Sûriyê neçarî derbideriyê bûne, bi sedema êrîşên hêzên hevpeymana navdewletî û milîtanên QSD li dijî rêkxistina Daiş ji aliyekî ve, û hêzên rêjîmê û Rûsya ji aliyê din ve.
Raportê bal kişand ser ko nêzîk 300 hezar kes bi aliyê gundewarê bakurî Idlibê de reviyane, bi sedema êrîşên tund ên hêzên rêjîma Esed û Rûsya li ser gundewarê başûrê Hema û Idlib dawiya sala 2017ê.
Toreyê got ku bêtir ji 10 204 sivîlan di sala 2017ê de piraniya wan bi destê hêzên Esed jiyana xwe ji dest dane.
Bêtir got ko 4017 kesên din sala borî ji nav wan 754 zarok û 591 jin hatine kuştin bi sedema êrîşn rêjîmê û êşkencedanê, her weha 1436 sivîl bi sedema êrîşên hêzên Rûsya ji nav wan 439 zarok û 284 jin hatine kuştin.
Her weha diyar kir ko 421 kes ji nav wan 281 zarok in û 148 jin in bi destê Daiş, û 316 sivîl ji nav wan 58 zarok in û 54 jin in bi destê milîtanên yekîniyên parastina gel hatine kuştin.
Di raportê de hatiye ko 1759 sivîlan bi sedema êrîşên hêzên hevpeymanan li dijî Daiş ji nav wan 521 zarok in û 332 jin in hatine kuştin.
Di raportê de hatiye ko li bal toreyê lîstak bi navê 117 girtiyan û texmîn dibe ko hejmar 215hezar in, 99% ji wan li bal rêjîmê girtî ne, û 539 yên din Daiş ew girtine û 535 girtî li bal alayên çekdar girtî ne.
Raportê bêtir got ko 6517 kes bêsedem htine girtin sala 2017ê, 496 ji wan bi destê hêzên rêjîma Esed û 647 bi destê milîtanên yekîniyên parastina gel yên bi ser PYD ya tirorist ve hatine girtin.
Toreyê di raporta xwe de daxwaz kir ko hemû êrîşên sivîlan amanc dikin li Sûriyê rawestin, û hemû berpirsiyarên wan êrîşan têkevin ber lêpirsînê.
Toreyê ji Encûmena Ewlehiyê daxwaz kir ko cîbicîkirina biryrên navdewletî yên ko wê derxistine dabîn bike, û bang li civaka navdewletî kir ji bo çekan nedine rêjîma Esed, û tekez kir ko tawankariyên rêjîm dike tawankariyên li dijî mirovahiyê ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî