Çalakvanin Sûrî milîsên PYDe yên terorîst ên ku bimilyonên dolaran ji petrolê bi dest dixin, bi hejarkirina civakê tuhmetbar kirin, û bal kişandin ser ku ew desthilata defakto heman riya rijêma Esed dişopîne, û siyaseta xwe ya birçîkirin û hejarkirina devera ku bi dewlemendiya xwe naskirî ye, çi li ser asta çandiniyê û çi li ser asta berhemdana petrolê be, bi kar tîne.
Û wan çalakvanan gotin ku hejarkirina xelkê gava yekem e ji bo bihêzkirina desthilatên defakto li seranserê Sûriyê, da xwe li ser sivîlan ferz bikin, ji bo ku xelk di bin dilovaniya rêxistinên hawarçûnê yên hevkarî û hevrêziyê bi wan desthilatên ku bi zora çekan xelkê birêve dibin de bimînin .
Û Rêxistina bi navê “Zarokan Rizgar Bikin” eşkere kir ku zêdetirî 16 hezar zarok li deverên di bin kontrola PYDe ya teroristî de tûşî bedxwariniyê bûne, û tenê di şeş heyvan de ew bedxwarinî bi rêjeye 150% zêde bûye.
Û Rêxistinê diyar kir ku hejmara zarokên li deverên di bin kontrola milîsên PYDe yên teroristî de li bakurê rojhilatê Sûriyê tûşî kêmxwariniyê bûne, ji 6650 zarokan di navbera cotmeha sala 2021 û adara bûrî de, gihîştiye 16895 zarokan di navbera nîsan û îlona îsal de.
Û Rêxistinê diyar kir ku 5,5 milyon kes li Sûriyê dê di salên 2022-2023 de hewcedarî piştgiriya xwarinê ya rasterast bibin, û nîvê wan li bakurê rojhilatê welêt in.
Û Rêxistinê bal kişand ser ku nirxê xwarinê li Sûriyê bi rêjeya 800% di navbera 2019 û 2021an de zêde bûye, û hîn jî bilind dibe, “û hejmareke mezin ji xelkê ber bi birçîbûnê ve dibe”, nemaze ji ber ku pereyên tên destê malbatan baştir nabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî