Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi dirêjiya herdû rojên çarşem û pêncşemê civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li dar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gotûbêj kirin.
Û di xebatên roja yekemîn de raporên Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl û Komîteya Cezîre û Firêt pêşkêş bûn, û di civînê de Hevrêzkarê Komîteyê li ser amadekariyên komxebateke bi navê “Valakirina Deverên Cizîre û Firêt ji nişteciyên wê” axivî.
Û Ofîsa Têkiliyên Derve kurteşiroveyek li ser çalakî û civînên xwe yên di hefteya derbasbûyî de pêşkêş kir, û li rapora Komîteya Şopandina Enterpolê hat guhdarîkirin.
Û di roja duyemîn de, girîngtirîn bûyerên meydanî, siyasî û navdewletî yên bandorê li dosyaya Sûriyê dikin berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî kurteşiroveyek li ser karê xwe di heftiya derbasbûyî de pêşkêş kir, ji nav wan xebatên berçav hevdîtina bi qonsulê Erebistana Siûdî re li Stembolê, ji bo amadekariyên werzê hecê yê dahatî, herweha li ser hevdîtina xwe ya bi Mîr Hesen kurê Telal re axivî.
Û amadebûyan li kurtegotara Emîndarê Giştî Haysem Rahmê li ser rêveçûna kar di Emîndariya Giştî de û raportên kar û çalakiyên hemû beşan guhdarî kirin.
Û Ofîsa Şêwirmendiya Stratejîk daxwiyaniyên Berpirsa Netewên Yekbûyî ya Belarusî berçav kir, û Komîteya Girêdanên Leşkerî rapora xwe ya meydanî li ser ketwarê leşkerî li deverên rizgarkirî û amadebaşiyên Artêşa Niştimanî pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî