Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, duh roja duşemê, workşopek li ser koçberiya berdewam ji deverên Cezîrê û Ferat ji encama derbasbûna Îranê û kiryar û siyasetên milîsên PYDe yên terorîstî li dar xist.
Û di workşopê de herû Cîgirên Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilhekîm Beşar û Ebdilehed Istêfo û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat yê ku kaxezeke lêkolînî pêşkêş kir, û Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat Endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Endamên Desteya Siyasî Ebdellah Gedo û Behcet Etasî û Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolînan Fîras Elmisrî û hejmarek ji pispor û lêkolîner û rojnamevanan beşdar bûn.
Û workşop di bin sernavê “Valakirina Devera Cezîrê û Ferat ji Nişteciyan” de li dar ket, û Hevrêzkarê Komîteyê Ebdilbasit Ebdilletêf tekez kir ku Komîteya Cezîrê û Ferat bi awayekî berdewam operasyonên tawankarî yên milîsên PYDe yên terorîst û herweha berfirhbûna Îranê ya berdewam dişopînê, û dît ku ew kiryarên dibin bi armanca valakirina deverê ji nişteciyên wê ye.
Û got ku piştî şopandina Komîteyê ji bûyeran re, wê plana lidarxistina vê workşopê danî, ji bo derketina li hember siyaseta wan milîsan, û têkbirina pilanên wan li devera Cizîrê û Ferat, ji ber ku ew devereke hestyar û pir giring e ji pêşeroja Sûriyê re.
Û di workşopê de ketwarê demografî li devera rojhilatê ferat berî şoreşê û di dema wê de û pêlên penaberiyê yên dawîn bi hejmarên ku di raporên navdewletî de hatine berçav bûn, û li ser metirsiya koçberbûn û koçberkirina sivîlan li devera Cezîrê û Ferat û encamên wê di warê siyasî û aborî û çandî de axivîn.
Û beşdaran siyasetên milîsên PYDe yên terorîstî di leşkerkirina kotekî û koçberkirinê û radestkirina deverê bo rijêmê her weha derbasbûna Îranê û leşkerkirina xelkê deverê bo berjewendiya milîsên Îranê yên mezhebî gotûbêj kirin.
Û kaxezên lêkolînê yên komxebatê yên hatin gengeşekirin, ji aliyê lêkolîner Saad Elşari’h, Samir Elehmed û Semîr Ilêwî ve hatin pêşkêşkirin.
Û workşop bi hejmarek ji temînî û pêşniyaran derket, û tekezî li ser giringiya vê dosayê û pêwîstiya derbaskirina wê di nav tevaya bizavên siyasî kir, daku roniyê bidin ser û metirsiya wê li ser ewlehî û aramiya deverê û pêşeroja sûriyê.
Û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya şopandina vê dosayê û tevgera penaberiyê li deverê û siyasetên ku milîsên PYDe ya terorîst pêk tînin daku xelkê neçar bikin ku mal û xakên xwe bihêlin û li cihên ewletir ji xwe û zarokên xwe re bigerin, kir.
Û beşdaran bal kişandin ser pêwîstiya ku saziyên mafnasî yên Sûrî û navdewletî girîngiyê bidin vê dosiyê, ji ber ku milîsên terorîst nişteciyan bi curbecur şêweyên yekser û neyekser koçber dikin, bi riya leşkerkirina neçar û îdyolocîkirina perwerdeyê û qedexekirina derbirînê û girtinên kotekî.
Û cextî li ser pêwîstiya avakirina pirên pêwendiyan li gel civatên xwecihî û êl û pêkhatên civakê, ji bo handana nişteciyan li ser mana li deverê û rûbirûbûna siyasetên ku wan ber bi derveyî deverên wan de dibin, kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî