Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, pêşwaziya Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa bi hevaltiya Wezîrê Darayî û Aboriyê Ebdilhekîm Elmisrî û Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Hikûmetê de Yasir Hecî kir.
Û hejmarek endamên Hevbendiya Niştimanî, ew jî Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon, endamê desteya siyasî mihemed yasîn, û endamên Desteya Giştî Atif Zirêq, Yosif Ebas, Es’ed Elîto, Mihemed Mixlif, Ebdellah Hac Zêno, Azad Osman û Heysem Elşihabî, pêşwaziya Serokê Hikûmeta Demkî kirin.
Û Serokê Hikûmeta Demkî Ebdilrihman Mustefa li ser pêşketinên dawîn yên ku dijî deverên rizgarkirî pêk hatine û gurkirina leşkerî ji hêla rijêma Esed û milîsên PYDe yên teroristî ve li ser deverê axivîn.
Û li ser bizavên Hikûmeta Demkî bo rêxistinkirina Artêşa Niştimanî di hundir mercin nîşankirî de yaku Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Demkî de rêxistinkirina wê dike, û her weha rêxistinkirina karê polîsên leşkerî, axivî.
Û dosya pakrewanan û tişên ku Hikûmet gihiştiyê ji pirosesên lixwegirtina malbatên pakrewanan di riya pêşkêşkirina mûçeyan bi awayekî mehane û rêkûpêk re gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî Necîb Rehmon û endamên din ên Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya bizavan û zêdekirina pêwendî û hevrêziya hevbeş di navbera hemû saziyên li ser xakê de bo yekrêziya navendiya biryarê kirin, Û tekezî li ser piştgiriya Hikûmeta Demkî bi awayekî tam kirin.
Û Serokê Hikûmetê û endamên Hevbendiyê hevdîtin li gel hejmarek ji şand û rûsipiyên deverê û nûnerên saziyan û encumenên xwecihî li dar xistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî