Zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî ahenga derçûna nifşê duyemîn ji xwendekarên bizîşkiya mirovan ya sala xwendinê ya 2021-2022 yaku hejmara wan 41 xwendekar in li dar xist, û navê bizîşkê pakrewan Mihemed Usame Elbarûdî li vê girûpa derçûyî kirin.
Û aheng li navenda kolîjên bizîşkî li bajarê Mariê li dar ket, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Wezîrê Perwerde û Hînkirinê, Wezîrê Tenduristiyê, Wezîrê Darayî û Aboriyê, Serokê Zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî, Emîdê Kolîja Bizîşkî a mirovî, berpirsê têkliyên derve di Hikûmetê de, Serokê Encumena Parêzgeha Helebê ya azad amade bûn, her weha kadiroyên rêvebir û yên hînkirnê di zanîngeha Helebê de û rûsipiyên deverê û hejmarek mezin ji xelkê sivîl amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa gotarek li pêşiya amadebûyan pêşkêş kir, û têde pîrozbahiya derçûyên kolîja bizîşkiya mirovî li ser gihiştina wan a dawiya qonaxa hînkirinê û destpêkirina karê wan di warê bizîşkî de kirin.
Û Mustefa di peyva xwe de tekez kir ku Hikûmeta Demkî piştgiriya tam bo kolîja bizîşkiya mirovan dabîn dike, ji ber xizmetên curbecur yên ku ji civakê re pêşkêş dike, û spasî arasteyî xwediyên xwendekaran û zanîngeha Helebê û endamên desteya wê ya fêrkirinê û ya rêvebirî yên ku di rola wan di derçûna vî nifşê bizîşkan de heye, kir.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî xwendekarên derçûyî han dan li ser pêşxistinê û bicîanîna nameya mirovahî ya pak bi awayekî şarezayî û berpisyarî û pabendiya bi pirensîp û nirx û rewiştan nemaze di dema karê di navend û nexweşxaneyên niştimanî de.
Tê zanîn ku ev nifşê duyemîn e ji derçûyên Zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî ya kolîja bizîşkî a mirovî piştî nifşê yekemîn yê di sala 2021-2022an de, û hejmara derçûyan ji kolîja bizîşkî ya mirovî li bajarê Mariê li gundewarê Heleba bakur di wê xolê de 114 xwendekar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî