Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û endamin ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi hejmarek ji xwendekarên zanîngeha Helebê re li deverên rizgarkirî civiyan, ji bo guhdarîkirina li daxwazên wan, nemaze di warê pêdviya wan bi nexweşxaneyeke zanîngehî de li bajarê Ezazê.
Û di civînê de Serokê Hikûmetê Ebdilrihman Mustefa, û endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Mihemed Yasîn û Endamên Desteya Giştî: Atif Zirêq, Esed Elîto, Heysem Elşihabî û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon amade bûn.
Û di hevdîtina ku şandek ji xwendekaran têde amade bibû, Serokê Hikûmetê tekez kir ku Hikûmetê bi gelek aliyên xêrxwaz û dewletên bira re pêwendî li dar xistine ji bo ku piştevaniya projeya avakirina nexweşxaneyeke zanîngehî bike, û daku xizmeta xwendekaran li deverên rizgarkirî bike.
Û Mustefa got ku Nexweşxaneya zanîngehî pêwîstiyek ku bê wê nabe ye, û bal kişand ser ku Hikûmeta Demkî hewla peydakirina piştevaniyê dide ji bo nexweşxaneyeke zanîngehî ava bike, û tekez kir ku Hikûmet piştevaniya daxwaza rewa ya xwendekaran dike, û ew hewl dide ku vê daxwazê bi cî bîne.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî Necîb Rehmon, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya daxwazên xwandekaran dike, û amaje bi wê yekê kir ku Hevbendî dê piştgiriya hewlên Hikûmeta Demkî di danûstandina bi xêrxwazan re bike, ji bo peydakirina diravên guncav ji bo avakirina nexweşxaneya zanîngehî yaku dê xizmeta xelkê û xwendekaran li deverên rizgarkirî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî