Hevrêzkarê Desteya Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Lîwa Selîm Idrîs, tekez kir ku datayên Asayişa Giştî ya Libnanê balê dikşînin ser tiştê ku me gelek caran gotiye, ku penaberê sûrî ji zordestiya amûrên ewlekariyê yên rijêma esed ditirse, û sedema venegerîna wî ku ew ditirse rastî girtin û îşkence û kuştinê were dema ku wî neçarî vegera “qesabxaneyên rijêmê” bikin.
Û Idrîs di daxwiyaniyên taybet de got ku Sûrî neçarî bicîhiştina welatê xwe bûne, neku ji welatê xwe hez nakin, û ti kes ji wan naxwaze bibe bar li ser kesekî, lê penaber di dilê xwe de hest dibe ku vegera wî di dema mana rijêmê û hevalbendên wê yên îranî û rus û milîsên wan de, tê wê wateyê ku ew dikeve xefikekê ne vedigere welatekî.
Û Idrîs got ku bidawîkirina kirîza penaberên Sûriyê li Libnanê divê bi mercê vekişîna milîsên Hizbullah be, yên ku xwîna Sûriyan li kêlek hêzên rijêmê rijandine, û di heman demê de ew milîs hîn jî dest datînin ser mal û milkên xelkê Sûriyê.
Û Idrîs cext kir ku neçarkirina rijêma Esed ku pabendiyê bi biryarên navdewletî bi taybetî biryara 2254 û avakirina desteya hikumdariya veguhêz bike, û derketina hêzên dagîrker yên Rusya û Îranê û milîsên mezhebperest yên Hizbullah ên terorîst, takerê ye ji bo ku penaber vegerin warên xwe.
Û Asayîşa Giştî ya Libnanê duh pêncşemê hejmara penaberên Sûrî yên li Libnanê yên vegera welatê xwe red dikin diyar kir, û Rêveberê Asayîşa Giştî ya Libnanê Ebas Îbrahîm di hevpeyvînekê de ligel kanala “Eliraqiye News” ragihandibû ku milyonek û 330 hezar penaberên Sûriyê li Libnanê Naxwazin vegerin welatê xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî