Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit serdana Wezareta Derve ya Almanya li Berlînê kir, û li gel Rêveberê Karûbarên Siyasî di Wezareta Derve ya Almanyayê de Christian Bock û Şanderê Almanî yê taybet bo Sûriyê Stefan Schneck civiya.
Û Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfo û Nûnerê Hevbendiyê li Almanya Fadil Efa Elrifaî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin, û Elmislit di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya veguheztina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarên Sûriyê ku di pêşî de biryarên 2118 û 2254an de kir, û cextî li ser kartêkerkirina dosya dadpirsîn û azadkirina girtiyan kir.
Û Elmislit cext kir ku rijêm di tawankariyê de noq bûye, ta asta ku her hewlek ji bo vejandina wê bê encam e.
Û amadebûyan behsa awayên piştevaniya Ewropa bi giştî û piştgiriya Almanya bi taybetî bo deverên rizgarkirî kirin, û rewşa penaberên Sûrî li Almanyayê gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî