Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê ji civaka navndewletî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên fermî û ajansa UNRWAyê bi awayekî taybet, daxwaza danîna sînorekî ji tirajîdiya penaberên Filistînî-Sûrî û dîtina çareseriyeke bingehîn ji derdeseriyên wan re kir.
Û Giropê di peyamekê de bi boneya “Roja Navdewletî ya Koçberan” ya ku Netewên Yekbûyî her sal di 18ê berfanbarê de li dar dixe, got ku cenga ku rijêma Esed li dijî gelê Sûriyê ragihandiye, bandoreke nerênî hemû astên jiyana wan ya aborî û yasayî kir, û cenga rijêmê bû sedem ku zêdetir ji 4000an bibin qurbanî, û girtina nêzîkî 3076 penaberên filistînî, û koçberkirina bi hezaran ji wan.
Û Giropa Kar bal kişand ser ku zêdetir ji (200) hezar penaberên Filistînî koçberî derveyî Sûriyê bûne ji (650) hezar kesên ku di hundirê wê de dijiyan berî destpêkirina şoreşa Sûriyê, û nêzîkî 430 hezar penaberî li hundurê Sûriyê mane, û bêtir ji 60% ji Filistîniyên li Sûriyê ne kêmtir ji carekê koçber bûne.
Û Giropa Kar tekez kir ku nêzî (130) hezar penaberên Filistînî-Sûrî heta dawiya mijdara sala 2022an giheştin Ewropayê, û hejmara penaberên filistînî li Libnanê derdora 29 hezaran e, li Urdunê 19 hezar, li Misrê 3 hezar, li Tirkiyê 14 hezar û li Gazzeyê jî hejmara Filestîniyên- Sûrî derdora 300 kesî ye.
Û Giropa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê mirina 79 penaberên Filestînî-Sûrî dema dixwestin xwe bigihînin welatên Ewropî belge kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî