Xelkê parêzgeha Siweyda dîsa dest bi metingên nerazîbûnê yên li dijî rêjîma Esed kirin, û îro piştî nîvro rawestaneke bêdeng dest pê kir û bi dehan ji xelkê parêzgehê li meydana Elseyr “Elkeramê” li navenda bajêr kom bûn.
Û Malpera Elsiwêda24 anî ziman ku xwepêşanderan pankartên diruşmên siyasî û aborî hildan, hinan ji wan daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê yaku veguheztina siyasî têde hatiye kirin.
Û metingên gelêrî li gundewarê parêzgeha Siweyda belav bûn, û têde rewşa jiyanê ya xerab û nebûna xizmetguzariyê ji aliyê rijêmê ve hatibû şermezar kirin, û daxwaz ji hemû gelê Sûriyê kirin ku bi giştî di xwepêşandanan de beşdar bibin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî piştgiriya xwe ji serhildana gelêrî ya berdewam li parêzgeha Siweyda ya li dijî rijêma Esed û siyasetên wê anî ziman, û ji civaka navdewletî xwest ku xwepêşandanên gelêrî li Siweydayê paşguh neke, û bizavê bi awayekî vebir û cidî bo pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî bike, û tirajîdiya gelê Sûriyê rawestîne, û hêviyên wî bo avakirina dewleta azadî û rûmetê dûrî rijêma Esed û sembolên wê pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî