Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yên xola 65emîn bi dirêjiya du rojan sibe dest pê dikin, û dê têde pêşhatên rewşa meydanî û dawîtirîn pêşhatên piroseya siyasî gotûbêj bibin.
Û di civînan de dê raportên karê Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û Rêvebirî û Ofîs û komîteyên Hevbendiya Niştimanî pêşkêş bibin, her weha karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî û encamên civînên Desteya Danûstandinê ya Sûrî bi şandeyên biyanî re berçav bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî