Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, xweşhaliya xwe bi helmeta ku ji aliyê Emerîka ve ji bo danasîna doza girtî û windakiriyên bi darê zorê di girtîgehên rijêma Esed de û xwestina serbestberdana wan dest pê bûye anî ziman. Û tekez kir ku çênabe tikes hember tawanên rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê bêdeng bimîne, an ew rûpel were girtin bêyî ku sizakirinek rewa yaku jiyaneke azad û bi rûmet û demoqratîk li welêt damezrîne hebe.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku doza girtiyan û kesên bi darê zorê hatine windakirin, yek ji dozên herî girîng e di nav dozên ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya Netewên Yekbûyî û dostên gelê Sûriyê li ser wan kar dike, ji ber ku ev doz têkildarî her sûriyekî ye, û her maleke Sûrî bê girtî yan jî yên bi darê zorê windakirî ne tune ye.
Û Elmislit ji civaka navdewletî xwest ku berpisyariyên xwe derbarê dosya girtiyan ya ku di hemû biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê de hatiye behskirin hilgire, û tekezî li ser pêwîstiya azadkirina girtiyan bi awayekî bilez û eşkerekirina çarenivîsa kesên bi darê zorê hatine windakirin kir.
Û Elmislit daxwaza bizavên zêdetir kir ji bo sepandina fişaran li ser rijêma Esed ji bo berdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayên bi darê zorê, û nepejirandina mersûmên lêborînê yên sexte yên ku her carê rijêm ji bo keysanîna ji gelê Sûriyê û civaka navneteweyî derdixe.
Tê zanîn ku Waşingtonê dest bi helmetekê bi navê bi “bê çi mafekî” kiribû, û helmetê çend kesayetên ku çîrokên wan nûnertiya rewşa gelek girtiyên siyasî li Sûriyê dikin bijartine, û balyozxaneyên Amerîka li seranserê cîhanê dê çalakiyên dîplomatîk di vî warî de li dar bixin, her weha dê çalakiyên dîplomatîk li paytexta Emrîka Washington di vê derbarê de pêk werin.
Û Yekem kesayeta ku helmet roniyê bide ser, bijîşka Sûrî ya qehremana lîstika satrancê Raniya Elebasî ye, ya ku di sala 2013an de ji aliyê hêzên ewlekariya rijêma Esed ve hatiye revandin, tevî hevjînê wê Ebdulrehman û şeş zarokên wan Dîma, Intîsar, Necah, Ala, Ehmed û Liyan, ên ku temenê wan wê demê di navbera yek û 14 salan de bûn, û heta îro çarenûsa wan nediyar e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî