Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, rapora karên xwe û çalakiyên ku Ofîsa Ciwanan û ya Jinê di herdû heyvên bûrî de pê rabûne li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di Xola 65emîn de Pêşkêş kir.
Û Hebûş li ser çalakiyên ku li ser asta danûstandina li gel ciwanan û pêşxistina karînên wan û çalakiyên ku Desteya Jinê ya Sûrî pê rabûye axivî.
Û Hebûş diyar kir ku dema bûrî di warê xebatên Desteya Jinê ya Sûrî de berçav bû, û bi diploma perwerdeya siyasî çalakiyên xwe bi dawî kirin, ya ku beşek ji pirojeya “pêşdebirina siyasî ya jina Sûrî” bû, bi armanca kartêkerkirina rola jinê û zêdekirina hişyariya siyasî li bal jinên Sûrî yên ku li Tirkiyê û Sûriyê dijîn.
Û Hebûş tekezî li ser giringiya piştgiriya komeleyên ciwanan û yên jinan û têkliyên li gel komele û kombendên xwendekar û ciwanan li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê kir, û cext kir ku pirojeya Desteya Jinê ya Sûrî bi hêviyên mezin û pêngavên çespandî bo alîkariya jinên Sûrî û xweşkirina riyan û hilanîna astengiyan ji pêşiya wan ji bo pêşxistina wan di warê siyasî de dest pê kir.
Û Hebûş bal kişand ser ku jinên Sûrî hevparên bingehîn in di avakirina pêşeroja Sûriyê de, û dîmoqrasî bêyî hebûna jinan di rêzên pêşî de û di hemû warên siyasî û aborî û civakî û çandî de çênabe, û xwest ku mafên jinê yên destûrî û yasayî li gorî dewleta demoqratîk bête çespandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî