Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Idrîs, ji desthilatên Libnanê xwest ku xwe dûrî mîkanîzmên mecbûrkirinê û darê zorê bi penaberên Sûrî re yên ku jiyana xwe dixin metirsiyê ji bo bighêjin Ewropa bikin, û wan radestî rijêma Esed yaku ji ber zordariya wê reviyane nekin.
Û Idrîs got ku bêguman derbaskirina sînor ji Libnanê berve Sûriyê de ji rêyên di biyeban û deryayan re ji bo gihiştina Ewropa hêsantir e, lê ji ber nebûna hêviyê li Sûriyê, penaberê Sûrî yê li Libnanê jiyana xwe dixe metirsiyê û deryayan derbas dike, ji bo venegere deverên di bin kontirola rijêma Esed de, û bal kişand ser ku vegerandina wan bi darê zorê bo welatê ku jê reviyane tê wateya vegerandina wan bo “qesabxaneyên rijêmê”.
Û Ajansa Associated Press di raporeke xwe de duh anî ziman ku desthilatên Libnanê bi dehan penaberên Sûrî binçav kirine daku wan vegerînin Sûriyê, piştî ku ew ji qeyika noqbûye yaku pê diçûn Ewropayê di serê salê de rizgar kirin.
Û Ajansê got ku tîmek ji Hêzên Deryayî yên Libnanê û hêzên Parastina Aştiyê ya Navdewletî, 230 penaberên ku bi Qeyikeke koçberiyê berê xwe dabûn Ewropa rizgar kirin.
Û raporê got ku Artêşa Libnanê 200 kes ji yên rizgar bûne xistin kemyonan û li aliyê Sûriyê ji dergehê sînorî yê ne fermî li Wadî Xalid danîn, û ew devereke dûr e li bakurê rojhilatê Libnanê, li gorî ku hin kesên rizgar bûne û şopînerên mafên mirovan anîne ziman.
Tê zanîn ku pilana Hikûmeta Libnanê yaku sala bûrî daniye, armanc jê ew e ku 15 hezar ji penaberên Sûrî bi hevrêziya li gel rijêma Esed vegerîne xaka Sûriyê, hevdemî xwestina Wezareta Koçberbûyan ya Libnanê ji Netewên Yekbûyî ji bo kêmkirin û birîna alîkariyên mirovî ji ser hin kampan, weke şêweyekî fişarê daku penaber pirograma vegerê bipejrînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî