Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi tundtirîn gotin hiştina desthilata Swêdî ku tundrewek nusxeyeke Qurana Pîroz li ber balyozxaneya Tirkiyê li Stockholmê bişewitîne, şermezar kir, û redkirina xwe ya tam ji her karê handana dijî ol û pîroziyan anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de, duh êvarî, amaje bi wê yekê kir ku ev bûyer sedema tevdaneke metirsîdar e ji nêzîkî du milyar misilmanên li cîhanê re, û berovajî nirxên jiyana hevbeş e, û peyamên nefret û tundûtûjî û nijadperestiyê hildigre.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyê de hişyarî da ji helmetên çêkirina nefretê li dijî Îslamê, û ji civaka navdewletî xwest ku her kiryareke têkildarî dijatiya pîrozî û olan wek sûc û tawanê bibîne, da ku aştî û ewlehiya navneteweyî dabîn bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî