Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, piştevaniya xwe anî ziman ji her pêngavekê re ku hewl dide Rusiya ji cîhanê dûr bixe û wê boykot bike, ji ber tawanên ku li Sûriyê û Okrayna li gel hevalbendên xwe yên wek (rijêma Esed û Îran)ê pêk tîne, daku berdewamiya dijminkariyên wê rawestîne.
Û Rahmê got ku “Em li gel Estonya ne di mijara dersînorkirina Balyozê Rusya û rêşûnên dîplomatîk yên ku di çarçoveya boykotkirina Rysya de standine.”
Û Rahmê got ku divê civaka navdewletî gavan bavêje da Rusya û hevalbendên wê boykot bikin, û rê nedinê di platformên navdewletî de, ji ber ku ew wan foruman ji bo şêwandina rastiyê bikar tînin.
Û Rehmê hişyarî da ku sîstema tawankariyê ya ku ji rijêma Esed, Rusya û Îranê pêk tê, bihezarên tawanan pêk anîne, di nav de kuştin, koçberkirin û bombebarankirina bajarên Sûriyê, û ew tawan li Okrayna bi çekên Rusya û piştgiriya Îranê û rijêma Esed dubare kirine.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê eşkere kir ku boykotkirina dîplomatîk pêngaveke rast e û divê hemû dewletên cîhana azad bicî bînin, û daxwaza rêşûnên sizakirinên zêdetir kir, daku dijminkaran dorpêç bikin û rê li pêşiya wan bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî