Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Zuhêr Mihemed, bi boneya Roja Navdewletî ya Hînkirinê, tekez kir ku rijêma Esed û hevalbendên wê bi mebest saziyên hînkirinê li Sûriyê ruxandin ji bo ku welêt bikin cihê nezanî û tariyê.
Û Mihemed bi vê boneyê ji dewletên xêrxwaz xwest ku hîn bêhtir piştgiriyê di vî warî de pêşkêş bikin, bi armanca nûavakirina dibistan û jêrxanên wêrankirî ji aliyê rijêmê û hevalbendên wê ve, û baştirkirina ketwarê xwendinê ji bo misogerkirina vegera bisedhezarên zarokan bo dibistanên wan.
Û raporên saziyên mafên mirovan bal kişandin ser ku êrîşên rijêmê û hevalbendên wê bûn sedema ziyaneke beşekî yan jî tevayî ji bêtirî 40% ji hejmara giştî ya dibistanan li Sûriyê, di heman demê de Berevaniya Sivîl ya Sûrî amaje bi wê yekê kir ku rijêma Esed û Rusya di êrîşîn rêbazkirî de bi hezaran dibistan wêran kirin.
Û Berevaniya Sivîl got ku ji sala 2019an ve, wê alîkarî bi qurbaniyên zêdetir ji 140 êrîşên hêzên rijêmê û hevalbendê wê yê Rusî li ser dibistan û navendên xwendinê li bakurê rojavayê Sûriyê kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî